TR KU SO
FB X
Kurdistan

Hemwelatiyekî Kurd bi kêran hat kustin

Admin L
Nivîskar
📅 04 rêbendan 2022 14:38

PeyamaKurd Li sînorê parêzgeha Kerkûkê, do meytê şofêrekî Kurd hat dîtin ku beriya bi çend rojan niha ji aliyê 4 kesên Ereb ve hatibû kuştin û pişt re meytê wî hatibû avêtin.

Rêveberê nahiyeya Leylanê Emîd Selah Sabir diyar kiriye: “Beriya bi 4 rojan, şofêrekî taksiyê yê Kurd bi navê (Osman Silêman) ku li bi eslê xwe ji Xurmatûyê ye û niştecihê taxa Penca Elî ya Kerkûkû ye û xwedî pêdawîstiyên taybet e, diyar e 4 kesên Ereb wî dibin û pişt re deng jê nayê û pişt re derket holê ku 2 kujerên wî hatine desteserkirin û li xwe mikur hatine ku 2 kesên din jî ligel wan bûne.”

Herwiha di berdewamiyê jî de Selah Sabir daye zanîn bi rêya wan her du kujeran cih û terme Osman Silêman hatiye zanîn û hatiye dîtin ku hemwelatiyê Kurd bi kêran hatiye kuştin.

Parve bike: