Kurdistan
Herêma Kurdistanê: 7 wefat û 1.567 pêketiyên nûh hene
PeyamaKurd – Wezareta tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê rêjeya rojane ya Kovid-19 ê ragihand. Li gor wezaretê; îro an ku di 2 yê sibatê de, ji ber Kovid-19 ê 7 nexweş wefat kirine û 1.567 kes jî bi Kovid-19 ê ketine. Jimarên giştî yên wezaretê wehanin:
Jimarên Îro:
6.984 test hatin kirin
1.576 pêketî hene
7 nexweş wefat kirine
1.402 nexweş baş bûne
Jimarên Giştî:
3.845.545 test heya îro hatin kirin
411.230 heya niha pêketî çêbûn
385.360 nexweş heya îro baş bûne
7.234 nexweş heya îro mirine
18.636 nexweş dermankirina wan dewam dike