TR KU SO
FB X
Kurdistan

Herêma Kurdistanê | Di 24 saetên borî de 68 kes bi Koronayê ketin

Admin L
Nivîskar
📅 02 rêbendan 2021 19:30

PeyamaKurd – Li Herêma Kurdistanê di 24 saetên borî de, 68 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketin û 2 kesan jî jiyana xwe ji dest dan.

Li gor daxuyaniya Wezareta Tendirustiyê; di 24 saetên borî de, 68 kes bi vîrûsa Koronayê ketin, ji wan 4 kes li Hewlêrê, 5 kes li Silêmaniyê, 57 kes li Duhokê û 2 kes li Germiyanê ne.

Herwiha hat diyarkirin; 2 kesan ji ber vîrûsa Koronayê canê xwe ji dest dane, ku ji wan 1 kes li Duhokê û 1 kes jî li Germiyanê ye.

Di 24 saetên dawî de 963 kes jî ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 332 kes li Hewlêrê, 173 kes li Silêmaniyê, 374 kes li Duhokê, 53 kes li Raperînê, 31 kes li Germiyanê ne.

Amarên giştî: Pêketin: 103565, Mirin: 3390, Başbûn: 76158

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.

Parve bike: