TR KU SO
FB X
Kurdistan

Herêma Kurdistanê rê nade ku axa wê were bikaranîn

Admin L
Nivîskar
📅 06 adar 2026 08:55

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên diyar kir ku Iraq û Herêma Kurdistanê rê nadin ku axên wan wekî bingehek ji bo êrîşên li dijî welatên cîran, bi taybetî Îranê, werin bikar anîn.

Wezîr Husên ev gotin doh li Bexdayê di hevdîtina xwe ya bi Balyoza Hollandayê ya li Iraqê Janet Alberda re kir. Li gorî daxuyaniyek nivîskî ya Wezareta Derve ya Iraqê, di civînê de li ser zêdebûna aloziyên li herêmê û polîtîkayên ewlehiyê yên Iraqê hatiye axaftin.

"Helwesta Hewlêrê zelal e"

Di civînê de, Husên tekez kir ku divê xaka Iraqê wekî bingehek ji bo êrîşên li dijî welatên cîran neyê bikar anîn û helwesta zelal a Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser vê mijarê ji balyozê Hollandayê re ragihand.

Wezîr Husên dubare kir ku rêveberiya Hewlêrê bi tevahî rê nade ku sînorên Herêma Kurdistanê bi awayekî ku gefê li her welatekî cîran, bi taybetî Komara Îslamî ya Îranê bike, werin bikaranîn.

Hussên herwiha pabendbûna hikûmeta Iraqê ya ji bo misogerkirina ewlehiya hemî mîsyonên dîplomatîk û dîplomatên biyanî yên li welêt dubare kir.

Parve bike: