Hêro Îbrahîm Ehmed dixwaze serokkomar tayîn bike
PeyamaKurd - Endama Polîtburoya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Hêro Îbrahîm Ehmed li ser pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê daxuyaniyek belav kir û ji aliyên siyasî yên Kurdistanê daxwaz kir ku li Bexdayê yekgirtî bin û got: “Ji aliyê min ve gelek pêwîst û zerûrî ye ku postê serokomariyê ji YNKê re bibe û ev jî bi rêkeftina li gel birayên me yên PDKê pêk tê.”
Hêro Îbrahîm Ehmed daxuyaniyek belav kir û ragihad ku divê Kurd li Bexdayê li gel wan aliyên ku bi wan re rêkeftin dikin, rijd bin li ser qebûlkirin û misogerkirina hemû daxwazên rewa yên destûrî yên gelê me.
Herwiha Hêro Îbrahîm Ehmed diyar dike: “Li gor min dema wê yekê hatiye ku demildest piştî rêkeftina li gel wan hevpeymaniyan yan aliyên Iraqî ku pabendî cîbicîkirina daxwazên Kurdan û desteberkirina wan di hikûmeta nû ya Iraqê de, heqên Kurdan ên di postan de bêyî ku paş bikeve, werin diyarkirin.”
Endama Polîtburoya YNKê Hêro Îbrahîm Ehmed destnîşan dike ku yek ji wan postan Serokomariya Iraqê ye û dibêje: “Ji aliyê min ve gelek pêwîst û zerûrî ye ku postê serokomariyê, Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) werbigre û li cem wê bimîne, diyar e ev jî bi rêkeftina li gel birayên me yên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) pêk tê.”
Hêro Îbrahîm Ehmed herwiha eşkere kiriye ku divê Serkirdetiya YNKê, hevalekî bi ezmûn, multezîmê YNKê û têkoşer ku ji rêbaza Mam Celal veneqetiyaye, ji bo postê Serokomariya Iraqê bike namzed.