Kurdistan
Hesda Seibî dikeve rewsa amadebasiyê…
PeyamaKurd – Fermandarê Giştî yê Heşda Şeibî Ebdulezîz El-Muhammedawî, pesnê êrîşên Hemasê yên bi navê Tofana Eqsayê li dijî Îsraîlê da û ragihand, ew dê rojên pêş ji bo her rewşeke awarte di amadebaşiyê de bin.
Di daxuyaniya Heşda Şeibî de hatiye gotin ku Muhammedawî bi fermandarên Heşda Şeibî re civîneke berfireh pêk aniye û di civînê de, “Geşedanên ewlehiyê, amadebûna Heşda Şeibî bo ewlehiya Iraqê” hatiye guftûgokirin.
Herwiha li ser mijara şerê Hemas û Îsraîlê jî pesnê êrîşên Hemasê yên bi navê Tofana Eqsayê hatiye dayîn û hatiye gotin ku ew gihîştine armanca xwe.
Muhammedawî ji Heşda Şeibî re gotiye ku di rojên pêş de, ji bo her rewşeke awarte di amadebaşiyê de bin.