Hesda Seibi: Em hêzên xwe venakisînin
PeyamaKurd – Milişeyên şiî yên Heşda Şeibiyê daxuyaniyek da û ragihand ku ew hêzên xwe ji herêmên sunî venakişînin.
Serokê Eniya Diyaloga Niştimanî ya Îraqê Salih Mutleq bi daxuyaniyekê ragihandibû ku hêzên Heşda Şeibiyê li xelkên li herêmên sunî yên Îraqê muameleyên nebaş dikin û lewma jî daxwaz kiribû ku ji wan herêman vekişin.
Li ser vê daxuyaniyê Heşda Şeibiyê daxuyaniyeke nivîskî da, “ev tawana siyasetmedarê îraqî ya li dijî me derqanûnî ye û binpêkirina mafên rewa yên Heşda Şeibiyê ye. Em yek perçeyek ji perçeyên hêzên parastina Îraqê ne û girêdayî Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar a Îraqê ne.”
Di daxuyaniyê da herweha gotinên Mutleq weke tawanbarî hatine binavkirin û amaje bi wê yekê jî hatiye kirin ku Heşda Şeibi ji bo parastina mafên xwe dê tevdîrên ewlehiyê werbigire.