Hesdî Sebî ji Singal û gundên wê derket!
PeyamaKurd- Berpirsê Asayîşa Şingalê Qasim Simo got ku çekdarên Heşdî Şebiyê yên ku Îran wan destek dike, ji Şingal û gundên wê derketin.
Simo wiha dewam kir: “Hemî hêzên Heşdî Şebiyê ji herêmê derketin. Tenê çekdarên Êzîdî yên girêdayî Heşdî Şebiyê man. Jixwe ew jî ji Şingalê ne, ew naçine tu deran.”
Simo got ku bi talîmata serokwezîr û artêşa Iraqê hêzên Heşdî Şebî ji herêmê derketin. Hêzên ku ji vir çûn, derbasî herêmên ku IŞÎD lê heye, bûn.
Fermandarê Hêzên Pêşmergeyan yên li herêma Şingalê Qasim Şeşo jî berî niha gotibû ku Heşdî Şebî ji Zummarê derketiye û wê ji Şingalê jî derkevin.
Di destpêka Hezîranê de yekîneyeke leşkerî ya Amerîkayê li Çiyayê Şingalê bi cih bûbû. Çekdarên IŞÎDê di 3ê Tebaxa 2014an de êrîşî Şingalê kiribû. Bi hezaran Kurdên Êzîdî hatin kuştin û revandin.