TR KU SO
FB X
Kurdistan

‘Heta ku Pêsmerge venegere DAIS bidawî nabe’

Admin H
Nivîskar
📅 17 tîrmeh 2019 22:37

PeyamaKurd – Fermandarê Eniya Mexmûrê yê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê Ziryan Şêx Wesanî ragihand, heta ku Pêşmerge venegere sînorên berê ne mimkun e terora DAIŞê bidawî were.

Şêx Wesanî da zanîn ku li herêma Mexmûrê çalakiyên terorîstên DAIŞê nînin, lê li herêmên jêr kontrola artêşa Iraqê DAIŞ di liv û tevgerê de ye.

Wesanî da xuyakirin ku terorîstên ku li Mexmûrê êrîşan dikin jî ji Kerkûkê tên û got, ‘Li herêmên jêr kontrola artêşa Iraqê DAIŞ bi hêsanî tevdigere.”

Fermandarê Pêşmerge destnîşan kir, heta ku hêzên Pêşmerge venegerên sînorên xwe yên berê dawî li terora DAIŞê nayê û got, pêwîste bilez xebatên cidî li ser vê bên kirin û çareseriyek bê dîtin.

Parve bike: