TR KU SO
FB X
Kurdistan

Hêvî çêbû ku maddeya 140 cîbicî bibe

Admin M
Nivîskar
📅 07 sibat 2019 00:37

PeyamaKurd- Sekreterê giştî yê wezareta Pêşmerge Cebbar Yawer ragihand ku hukumeta Iraqê qebûl kiriye ku şaşî kiriye li dijî pêşmerge û xelkê di 16 cotmeha 2017an de, li Kerkûkê û deverên ku li ser wan arîşe hene, hêz bikaraniye.

Do rêvebirên wezareta pêşmerge yên Kurdistanê  û yên wezareta bergiriyê yên Iraqê hatine cem hev da li ser halê deverên Kurdistanî ku di derveyê îdara hukumeta Kurdistanê de ne, hevdîtinan bikin. Cebbar Yawer weha got:

“Me bi artêşa Iraqê re 5 komîsyonan ava kir. Ev komîsyon dê bo Selahaddîn, Kerkûk, Mexmûr, rojava û rojhilatê Mûsilê bixebitin. Wê pêşmerge dagere van deverên ku di sala 2014an de li wan deran bûn.”

 Yawer di dewama axaftina xwe de weha dewam kir:

“Em li bende ne ku nexşerêyên van herêman bên temamkirin. Deverên di derveyê îdara herêma Kurdistanê an ku yên bi navê ‘deverên niqaş li ser wan hene’ wê ji aliyê pêşmerge û artêşa Iraqê de, bi hevre bên parastin. Pêşmerge van deveran berê bi xwîna xwe ji terorîstan rizgar kiribû. Hukumeta Iraqê li dijî hêzên pêşmerge, li dijî hemwelatiyên xwe artêşa Iraqê bikaranî. Niha nikarin bi serê xwe van herêman biparêzin. DEAŞ li van deveran xwe birêxist, noqteyên wan yên kontrolê û baregehên wan hene. Di nava tevgerê de ne. Her roj xelk şehîd dikeve. Di şûna xelk malên xwe ava bike, ji warên xwe direvin.”

Parve bike: