Kurdistan
Hevpeymaniyê baregeha Kobaniyê vala kir û pistre jî teqand
PeyamaKurd - Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê, piştî baregeha xwe ya li gundê Xereb Iştê ya li Kobanêyê vala kir, baregeh bi teqemeniyan teqand.
Di roja 8an a êrîşên Tirkiyê bi ser Rojavayê Kurdistanê de, hevpeymaniya navdewletî ku Amerîka pêşengiya wê dike jî vekişîna xwe ya ji bakur û rojhilatê Sûriyê berdewam dike.
Doh hevpeymaniyê ragihandibû ku ew ji Minbicê derketine û piştre jî artêşa Sûriyê û hêzên Rûsî li wir hatibûn bicihkirin.
Li gorî çavkaniyên herêmê, herî dawî jî hêzên hevpeymaniyê piştî ku baregeha xwe ya herî mezin a li Rojavayê Kurdistanê ya li gundê Xereb Iştê yê Kobanê terk kirin, bi teqemeniyan teqandin û îmha kirin.