Hevsaredarê Amedê yê hilbijartî Selçuk Mizrakli hat desteserkirin
PeyamaKurd- Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê yê hilbijartî, Adnan Selçuk Mizrakli û Hevşaredara navçeya Peyasê ya Amedê, Kezîban Yilmaz îro (21.10.2019) berê sibehê hatin desteserkirin.
Parêzer û aktîvîstê mafê mirovan Mehmet Emîn Aktar ragihand ku egera lêgerîn û desteserkirinan 'lêpirsîneke ku birêve diçe'.
Diyarbakır Büyükşehir Belediye Başkanı A. Selçuk Mızraklı sabah 06 da evinden gözaltına alındı. Arama ve gözaltı kararında suçlama nedeni “yürütülen bir soruşturma” yazılı sadece.
Selçuk Mizrakli di hilbijartinên Herêmî yên 31ê Adarê de 62 ji sedê dengan wergirtibû û bûbû Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê. Mizrakli 19ê Tebaxê ji aliyê Wezareta Navxweyî ve ji kar hatibû dûrxistin û li şûna wî waliyê Amedê wekî qeyûm hatibû danîn.
Kezîban Yilmaz jî 66 ji sedê dengan wergirtibû û bû Hevşaredara Peyasê.
Diyarbakır Büyükşehir Belediye Başkanı A. Selçuk Mızraklı sabah 06 da evinden gözaltına alındı. Arama ve gözaltı kararında suçlama nedeni “yürütülen bir soruşturma” yazılı sadece.
— Mehmet Emin Aktar (@MehmetEminAktar) October 21, 2019