TR KU SO
FB X
Kurdistan

Hevsaredarên Nisêbîn û Bismilê hatin binçavkirin

Admin H
Nivîskar
📅 24 tîrmeh 2019 17:53

PeyamaKurd - Îro çarşemê di encama operasyonên ser mal û navnîşanên şaredarên HDPê de, hevşaredarê Nisêbînê Ferhat Kut û hevşaredara Bismilê Gulşen Ozer hatin binçavkirin.

Hat diyarkirin ku Hevşaredarê Nisêbînê Ferhat Kut, Hevşaredara Bismilê Gulşen Ozer di çarçoveya heman lêpirsînê de hatine binçavkirin. 

Di çarçoveya lêpirsînek ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê ve hatiye destpêkirin de, piştî binçavkirina Hevşaredarê Nisêbînê Ferhat Kut, Hevşaredara Bismilê Gulşen Ozer jî li mala xwe ya li taxa Bagcilara Navçeya Rezana Amedê ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin.

Herwiha hat zanîn ku digel hevşaredaran hejmarek rêveber û endamên encûmena şaredariya Nisêbînê jî hatine binçavkirin.

Parve bike: