TR KU SO
FB X
Kurdistan

Hevseroka DBPê ya Diyarbekirê hat desteserkirin

Admin L
Nivîskar
📅 29 rêbendan 2022 17:42

PeyamaKurd Polîsan vê sibehê girtin ser mala Hevseroka DBPê ya Diyarbekirê Seval Gulmez û ew desteser kirin. 

Hevseroka Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Bajarê Diyarbekirê Seval Gulmez vê sibehê ji aliyê polîsan ve, di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê ve hatiye destpêkirin, hat desteserkirin û ew birin Midûriyeta Polîsan. 

Nayê zanîn Gulmez ji ber çi sedemê desteser kirine. Gulmez bi Koronayê ketibû û îro çawa ku karantînaya wê bi dawî bû, polîsan girt ser mala wê. 

Parve bike: