Hevseroka kantona Qamislo û cîgira wê di êrîsa Tirkiyê de can dan
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 20ê Hezîranê bi droneke Tirkiyê otomobîleke endamên Rêveberiya Xweser tê de bûn, li nêzîkî bajarê Qamişlo hate bombebaran kirin.
Li gorî ragihandina Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), îro Sêşemê otomobîlek li ser rêya gundê Tel Şiîr ê di navbera Qamişlo û Amûdê de ji aliyê droneke Tirkiyê ve hat bombebaran kirin.
SOHRê daye xuyakirin, di encama êrîşê de 3 kadroyên Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê di êrîşê de can dan ku yek ji wan Hevseroka Kantona Qamişlo Yusra Derwîş e.
Li gorî ragihandina medyaya Rojavayê Kurdistanê di êrîşê de, Hevseroka Kantona Qamişlo Yusra Derwîş û cîgira wê Lîman Şiwêş û ajokarê wan Firat Tûma jiyana xwe ji dest dan û hevserokê kantonê Gabî Şemûn jî birîndar bûye.
Gabî Şemûn jî di nav de 3 kesan can daye.