TR KU SO
FB X
Kurdistan

Hevseroka saxa HDPê ya Mêrdînê hat girtin

📅 07 adar 2020 13:43

PeyamaKurd – Hevseroka şaxa HDPê ya Mêrdînê Perihan Agaoglu jî di nav de 3 siyasetmedarê Kurd hatin girtin.

29ê Sibatê, Hevseroka şaxa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Perihan Agaoglu jî di nav de 11 kes hatibûn desteserkirin û ji van 11 kesan 3 kes îro hatin girtin.

Hevseroka HDPya Mêrdînê Pervin Agaoglu û hevserokê berê Mustafa Alkan piştî desteserkirina 7 rojan sewqî edliyeyê hatin kirin. 7 kesên din ên desteserkirî hatin berdan, lê Agaoglu û Alkan li dozgeriyê îfade didin.

Hat ragihandin ku siyasetmedarên din, piştî wergirtina îfadeya wan serbest hatine berdan.

Parve bike: