Kurdistan
Hevserokê HDP ya Bîrecûkê hat desteserkirin
PeyamaKurd – Li bajarê Rihayê li navçeya Bîrecûkê hevserokê partiya HDP ê Ömer Karadağ hat binçavkirin.
Operasyon ji aliyê serdozgeriya Bîrecûkê de hat kirin û tewana hevserokê HDP ê ew e ku di çarçoveya lêpirsîna PKK/KCK ê de hatiye binçavkirin.
Operasyon ji aliyê hêzên asayîşa bajêr û ya navçeyê de hat kirin û Ömer Karadağ li mala xwe ya Bîrecûkê hat binçavkirin û paşî bo kontrolê wî birin nexweşxaneyê. Hat ragihandin ku Karadağ bi sedema “kirina propogandeya rêxistina terorê" û “pesindayîna sûc û sûcdar” hatiye binçavkirin.