TR KU SO
FB X
Kurdistan

Hevserokê mêr ê Saredariya Batmanê diyar bû

Admin H
Nivîskar
📅 03 gulan 2024 22:40

PeyamaKurd – Li Encûmena Şaredariya bajarê Batmanê yê Bakurê Kurdistanê, di çarçovey-a sîstema hevseroktiyê ya DEM Partiyê de, hevserokê mêr bo seroktiya şaredariyê hilbijartin.

Hate ragihandin ku Ferah Solmaz ê endamê Encûmena Şaredariyê weke hevşaredar hatiye hilbijartin û dê ligel Hevseroka Şaredariyê Gulîstan Sonuk şaredariya Batmanê birêve bibe.

Hêjayî bibîrxistinê ye, beriya hilbijartinên 31ê Adarê namzedê hevseroktiya şaredariya Batmanê Mehdî Tuzun ji aliyê partiyê ve hatibû îxrackirin û namzediya wî jî hatibû betalkirin. Loma jî di hilbijartinan de tenê namzeda fermî Gulîstan Sonuk wek şaredar hatibû hilbijartin.

Parve bike: