TR KU SO
FB X
Kurdistan

Hewa nexweş ya Wanê, nehişt 2 balafir xwe deynin balafirgeha Wanê

Admin M
Nivîskar
📅 04 gulan 2026 22:33

PeyamaKurd – Bi sedema bayê xwurt dihat 2 balafirên rêwiyan nikaribûn xwe deynin balafirgeha bajarê Wanê. Ji ber wê jî berê balafiran dan balafirgeha bajarê Erzeromê.

Li bajarê Wanê bi taybetî ber destê êvarê leza bayê li Wanê ji 30 km yan derbas dibû. Ba, bû sedema ku di rêya hewayî de arîşe derên.

2 balafirên rêwiyan yên ku ji Ankara û Îstenbolê diçûn balafirgeha Wanê ya bi navê Ferit Melen, mecbûr man pîstê derbas bikin û rayedarên balafirgehê berê balafiran dan bajarê Erzeromê.

Parve bike: