Kurdistan
Hewlêr | 3 mosek ketin xwarê û yek ji wan mosekan li ber mala welatiyekî ket
PeyamaKurd – Li sînorê Hewlêrê, berbanga vê sibê 3 moşek ketin xwarê û yek ji wan moşekan li ber mala welatiyekî ket.
Li gor çavkaniyên xwecîhî; moşek li derdora Hewlêrê ketin xwarê û heta niha nayê zanîn ji kû derê ve hatine avêtin.
Herwiha zanyarî diyar dikin, yek ji wan moşekan li gundê Sêwele ketiye xwarê û li ber malekê ketiye û neteqiyaye, tenê zerarên maddî hene, du moşekên din jî li derbenda Gomespan ketine xwarê û tenê yek ji wan teqiyaye.
Heta niha jî bi fermî ti zanyarî derbarê moşekan de nehatiye gotin û hêzên ewlehiyê dest bi lêkolînê kirine.