TR KU SO
FB X
Kurdistan

Hewlêr | Barhilgirê li otomobîlekê xist: 4 kesan can da

Admin H
Nivîskar
📅 12 îlon 2021 23:39

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku şevê din, barhilgirekê li ser rêya Hewlêr û bajarokê Pîrmanê li otomobîlekê xist û di encama wê rûdana trafîkê de 4 kes mirin.

Li gorî zanyariyan barhilgir bi leza zêde ber bi Hewlêrê ve diçû û ji ber wê jî li otomobîlekê qelibiye ku bûye sedema mirina 4 kesan.

Şahidên rûdanê dane zanîn ku barhilgir ber bi Hewlêrê ve diçû, ji ber leza zêde li otomobîlê qelibî ye û ji bilî 3 kesên di nav otomobîlê de û şofêrê barhilgirê jî can daye.

Parve bike: