Hewlêr | Bi merasîmeke fermî xatir ji Serokê Kurdistana Sor hat xwestin
PeyamaKurd - Cenzeyê niştimanperwerê Kurd, Serokê berê yê Tevgera Azadiya Kurdistanê ya Kafkasyayê û Serokê Komara Kurdistana Sor Wekîl Mustafayev ê ku li 19ê Nîsana 2019an Belçîkayê koça dawiyê kiribû îro 10ê Gulanê li paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê bi merasîmeke fermî bo axê hat spartin.
Cenazeyê Wekîl Mistefayev li Goristana Şêx Ehmed a paytexta herêma Kurdistanê Hewlêrê hat veşartin.
Berî xakspartinê jî ji bo Mustafayev li Hall a Saad Adbullah bi beşdariya hejmarek mezin a rewşenbîr, nûnerên partiyên siyasî yên Kurdistanê û hejmarek zêde yên hezkiriyên Mustafayev ji her çar perçeyên Kurdistanê merasîmek hat lidarxistin.
Merasîma ji aliyê Dr. Ridwan Badinî ve hate birêvebirin ku li ser jiyan, xebat û têkoşîna Mustafayev bi berfirehî hat rawestin.
Nûnerê Serok Barzanî, Nûnerê Hikumeta herêma Kurdistanê, Nûnerê Parlementoya Kurdistanê, Ofîsa Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, li ser navê federasyona Komeleyên Kurdên Sowyeta berê û li ser navê malbatê axaftinên oxirkirinê hatin kirin.
Wekil Mustafayev sala 1938an ji dayik bûye û di jiyana xwe ya berxweder de têkoşîna Kurdistanê bandor li tevayiya jiyana wî kiriye ku ew bixwe jî şopgerê rêbaza Barzaniyê Nemir bû.