Kurdistan
Hewlêr | Dije Terora Kurdistanê 2 qaçaxçiyên çekan ê DAISê desteser kirin
PeyamaKurd – Hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê bi peyamekê diyar kir, Dije Terora Kurdistanê di operasyonêkê de 2 qaçaxçiyên çekan ê DAIŞê desteser kirine.
Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê, ji ser Twitterê belav kir, îro Dije Terora Kurdistanê çend operasyon li herêma Zeytûnê ya bajarê Hewlêrê encam daye û 2 qaçaxçîyên çekan ê DAIŞê hatine desteserkirin.
Herwiha di berdewamiyê jî de hatiye eşkerekirin, operasyonên wisa rê li ber DAIŞê digirin ku qaçaxçîtiya çekan bike û çekan hilbigire û wan veguhêzê.