TR KU SO
FB X
Kurdistan

Hêwlêr: Mesrûr Barzanî qonaxa duyem a Kembera Kesk ragihand

Admin H
Nivîskar
📅 15 mijdar 2026 09:48

PeyamaKurd - Bi amadebûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Konsulê Yûnanistanê, îro 15ê Mijdarê qonaxa duyem a projeya Kembera Kesk a Hewlêrê dest pê kir.

Di vê qonaxê de li gundên Gezeneyê û Sîbîranê dê 11 hezar donim erd bê keskkirin û nêzîkî milyonek û 800 hezar darên zeytûn û fistiqan bên çandin.

Ev proje ji aliyê kompanyaya "Doskî Holding" ve tê şêwirandin û sê pondên avdaniyê jî di nav de hene.

Qonaxa yekem di Cotmeha 2025an de bi çandina 700 hezar darî hatibû qedandin. Projeya Kembera Kesk ku dê bi giştî heft milyon darî di nav xwe de bihewîne, wekî pişik û mertaleke sirûştî ya bajêr tê dîtin da ku rûberê keskahiyê zêde bike û rûbirûyî guherîna keşûhewayê bibe.

Parve bike: