Heyeta Fransiz seredana Kobaniyê kir
PeyamaKurd- Serokê komîsyona karên derve yê meclisa Fransayê bi heyeta xwe ve seredana Kobaniyê kir. Sarnez bi heyeta xwe ve, halê Kobaniyê di cîh de dît. Heyet goristan bi navê ‘Şehîdên Dîcleyê’ jî ziyaret kir. Rêvebirê Fransiz weha got:
“ Ez xwe li ber mirovên şehîdên azadiyê diçemînim. Ez hatim da li ber şervanên jin û mêr yên ku canê xwe di şerê li hemberê İŞİDê dane, ji wan re rêz bigrim û xwe bitewînim. Têkoşîna ku ew dane, bo azadiya me bû. Bo azadiya vê herêmê bû. Ez dixwazim vêya ji dil û can bêjim, ew ne tenê bo vê herêmê lê bo azadiya dinyayê canê xwe dan. Fransa û Awrûpa minnetdariya xwe bo kiryarên wan yên pak pêşkêş dike. Canê xwe fîda kirin da dawiya İŞİDê bînin. Jiyana xwe ser û binê hev kirin. Bo her yek ji me canê xwe dan. Bo kiryarên wan yên baş ez hatim cem wan şehîdan.”
Marielle de Sarnez wekî din jî ragihand ku divê her İŞİD î li ku derê bê girtin, divê li wê derê bê darizandin. De Sarnez, paşî çû Navenda Rêvebiriya Herêma Firatê ya Kobaniyê û di derheqê herêmê de agahiyan sitend. Dibe ku heyet sibê dagere Fransayê.