TR KU SO
FB X
Kurdistan

Heyeta Hikûmeta Kurdistanê serdana Bexdayê dike

Admin H
Nivîskar
📅 27 tebax 2026 11:31

PeyamaKurd - Heyeteke pilebilind a Wezareta Çavkaniyên Sirûştî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo gotûbêjkirina krîza sotemenî û benzînê û dîtina rêyên çareseriyê diçe Bexdayê.

Endamê Komîsyona Petrol û Gazê ya Parlamentoya İraqê Sîpan Şêrwanî eşkere kir ku ev serdan ji bo civîna bi komîsyona parlamentoyê ya demkî re ye ku ji bo vê pirsgirêkê hatiye avakirin.

Şêrwanî diyar kir ku heyeta ji cîgirê wezîr, rêveberê giştî û berpirsên darayî pêk tê, dê bi rêya diyalogê peydakirina benzînê binirxîne û daxwazên Herêma Kurdistanê ji bo raya giştî hatin eşkerekirin.

Di civînê de Wezareta Çavkaniyên Sirûştî dê helwesta xwe pêşkêş bike ku divê maf û pişka sotemeniyê ya Herêma Kurdistanê bêyî ti cudakarî mîna parêzgehên navend û başûrê İraqê bê dabînkirin.

Parve bike: