TR KU SO
FB X
Kurdistan

Heyeta PDK ê bi serperestiya Hosyar Zêbarî bi Kazimî re civiya

Admin M
Nivîskar
📅 10 mijdar 2021 04:28

PeyamaKurd - Heyeta PDK ê ya di bin serpereştiya Hoşyar Zêbarî de, bi serokwezîrê Iraqê Mustafa Kazimî re civiya. Baregeha Kazimî ragihand ku Kazimî desteka xwe ji bo heyeta PDK ê ragihandiye û Hoşyar Zêbarî jî ji Kazimî re ragihand ku serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî û serpereştiya PDK ê bi sedema Kazimî, ji êrîşa kuştinê bi saxî rizgar bûye, kêfxweşiya xwe ji rê ragihandin.

Kazimî jî li ser mijara sûîqastê ragihand ku di mijarê de gelek peyam û şermezarî hatine kirin û ev bertekên mehellî û navdewletî gelek girîngin.

Her dû alî behsa girîngiya avakirina hukumeta nû ya Iraqê kirin û di babeta ji bo krîza Iraqê ya hukumetê çareser bibe, li ser girîngiya mijarê rawestiyan.

Demeka dirêje heyeta PDK ê li Iraqê bi teref û lîderên siyasî re rêzehevdîtinan dike.

Parve bike: