Heyeteke Kurdistanê li Amerîkayê ye
PeyamaKurd - Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li Amerîkayê li ser rûpela xwe ya Twitterê bi peyamekê ragihand ku şandeke payebilind a hikûmeta Herêma Kurdistanê çûye Amerîkayê û bi berpirsên kongre û rêveberiya Amerîkayê re kom bûne.
Di wê peyamê de ev tişt hatin gotin: "Şandeya bilind a hikûmeta herêmê, ku ji Serokê Dîwana Serokatiyê ya Herêma Kurdistanê Fuad Hisên, Berpirsê Peywendiyên Derve yê Hikûmetê û Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li Amerîkayê Bayan Samî Ebdulrehman pêk hatibû, bi berpirsên kongre û rêveberiya Amerîkayê kom bûn."
Herwisa di peyameke din de hat gotin ku, "Di civîneke bi cîgirê taybet ê Serokê Amerîkayê yê berpirsê ewlehiya neteweyî Michael Bill ligel şandeya herêmê behsa rewşa siyasî ya niha li Herêma Kurdistanê, Iraq û Rojhilata Navîn kir."