TR KU SO
FB X
Kurdistan

Heyva Sor ya Kurdistanê: 10 kustî 12 birîndar

Admin M
Nivîskar
📅 03 berfanbar 2019 03:37

PeyamaKurd- Îro piştî nîvro dereng li Şehba ya Til Rifet a bi ser Efrînê de bi sedema topbarankirinê, 10 zarok hatin kuştin û 12 jî birîndar bûn. Ji 12 birîndaran jî 7 ji wan zarokin. Topbaran li ciyeka bazarê ku xelk tê de gelek bûne, gelek zarok lê hebûne û qelebalix bûye çêbûye.

Ji heyva Sor ya Kurdistanê Dr. Angela Reşo bo Rûdawê ragihand ku jimara kuştiyan dibe zêde bibe ji ber ku birîndarên birînên wan xedarin, wan şandine nexweşxaneyên Helebê.

Kesên ku li wê derê dijîn hemû koçberên Efrînê ne ku piştî Tirkiye hetibû Efrînê ji ber wan koçkiribûn. Dr. Angela Reşo dibêje ku ew bêhtir hemşîra perwerde dikin ji ber ku doktorên wan gelek kemin. Hetta dibêje ku ev 4 mehe ti derman negihaye Şehbayê.

Parve bike: