Hêza Iraqê bi ser du taxan de girt: ‘Ti taxeke Kurdan nayê valakirin’
PeyamaKurd - Endamê Lijneya Asayîkirina Rewşa Kerkûkê Şaxewan Ebdula derbarê biserdegirtina hêzeke lîwaya 61 a taybet a ser bi serokwezîriya Iraqê ku doh û îro avêtibû ser taxên Erefe û Feyleq ên bajarê Kerkûkê û mohleta çend rojan bo valakirina malên hemwelatiyan da axivî û got, “Ti taxeke Kurdan nayê valakirin.”
Şaxewan Ebdula diyar kir ku haya wan ji meselê heye û wiha got: “Ti taxek nayê vala kirin, eger yek du malan pirsgirêka wan hebe dibe, lê ji bo valakirina taxekê divê biryar ji aliyê parlamentoyê ve bê derxistin. Xaniyê ti kurdekî jî nayê herifandin, pêwîste parêzger xizmetê bo wan bicih bîne.’’
Şaxewan Ebdula ji BasNewsê re ragihandiye ku ew hêvî dike di demek nêzîk de çareseriyek ji bo ewlehiya Kerkûkê bê kirin û diyer kir: “Me çavdêriya vê babetê kiriye û ligel Bexdayê jî me behs kiriye. Lê ew dibêjin zanyariyên me hene malbatên ereb li navçeyên Reşad, Riyaz û qeza Hewîce çûne nav taxên kurdan û guman li wan tê kirin. Ango ew malene diyare ne kurd in.’’