TR KU SO
FB X
Kurdistan

Hêza Pêsmerge diçe sînorê Mexmûrê yê ku DAIS ketiyê

Admin H
Nivîskar
📅 11 tebax 2021 22:59

PeyamaKurd - Fermandarê hêzê Pêşmergeyên Kurdistanê li Mexmûrê Mam Wuso bal kişand ser êrîşên DAIŞê yên li nav sînorên Mexmûrê û radigihand, wê hêzeke Pêşmerge derbasî wan deveran bibe ku DAIŞê niha ketiye wan deveran.

Cîgirê berpirsê eniya Mexmûr – Guwêr Lîwa Erselan Mam Wuso li ser dabînkirina ewlehiyê li sînorê Mexmûrê e got: ‘’Me biryar daye hêzeke Pêşmerge derbasî wî sînorî bibe ku DAIŞ niha ketiyê û dê li wê deverê bê bicih kirin. Ji ber DAIŞ li navçeyê dest bi kiryarên leşkerî yên şerê partîzanî kiriye. Sûd ji wê valatiya ewlehiyê wergirtiye ku di navbera me û artêşa Iraqê de heye.”

Fermandarê Pêşmerge bal kişand ser ku ne Pêşmerge diçe sînorê artêşa Iraqê û ne jî ew tên sînorê Pêşmerge, lê valatiyeke ewlehiyê di wê naverastê de çêbûye.

Mam Wuso eşkere kir, piştî êrîşa DAIŞê hêzeke Hêzên Hevpeyman bi awayê tîm hatine navçeyê û raportên xwe yê di vê derbarê de nivîsandine, lê ‘Ronî nîne ku operasyona hevbeş dê li dijî DAIŞê bê kirin an jî dê çi tedbîreke din bê wergirtin.’

Fermandarê Pêşmerge da zanîn: ‘’DAIŞ bi awayê grub kar dike, ku ji 12 kesan zêdetir nîn in, bi giştî li Qereçûx heta Sergeran nêzîkî 300 çekdarên DAIŞê hene û beşek ji piraniya kiryarên wan revandin û daxwaza pere ji xelkê ye.”

Fermandarê Pêşmerge teqez kir ku biryare du lîwayên hevbeş ên perwerdekirî biçin navçeyên Kurdistanî, lê dema çûna wan nediyare. Ji ber rewşa Iraqê ne guncav e, ev yek jî girêdayî demê ye bê heta çi astê biryarên hikûmeta Iraqê têne bicihanîn.

Parve bike: