TR KU SO
FB X
Kurdistan

Hêza Rûsî derbasî Bendava Tisrînê ya navbera Minbic û Kobanî bû

Admin H
Nivîskar
📅 18 mijdar 2019 00:24

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro hêzeke Rûsyayê ya polîsên leşkerî derbasî Bendava Tişrînê ya di navbera Minbic Eyn Îsayê de bûye û Serokê Desteya Berevaniyê ya Kobanê Ismet Şêx Hesen re civînek çêkiriye.

Ismet Şêx Hesen ji K24ê re naveroka civîna bi hêza Rûsî re eşkere kiriye û gotiye: “Hatina hêza Rûsyayê û hêzên hikûmeta Sûriyê, ji bo parastina sînorê wan e û ti rêkeftinên wan yên siyasî bi Hikûmeta Sûriyê re nîn in.”

Şêx Hesen got ku rewşa dam û dezgehên Rêveberiya Xweser li Kobanê wek xwe dimînin û karên xwe berdewam dikin.

Fermandarê di Hêza Polîsa Leşkerî ya Rûsî de General Barîs ragihandiye ku hatina hêzên Rûsî ji bo parastina deverê ji DAIŞê ye, ku beriya niha DAIŞê ew bendav dagir kiribû û gotiye, “Rûsya hê jî li gelek herêmên Sûrî şerê DAIŞê dike”.

Parve bike: