Kurdistan
Hêzeka Amerîkayê seredana Qamisloyê kir
PeyamaKurd- Hêzeka Amerîkayê berê daye bajarê Qamîşloyê lê nayê zanîn bê wê li wê derê bicîh bibin an na. Amerîka çend care dibêje ku wê leşkerên xwe hinek ji wan li Rojava bihêle lê ji bilî deverên petrol lê hene, ciyên din nayên zanîn. Peymanêra Rûdawê Viyan Fetah ragihandiye ku leşkerên Amerîkayê berê xwe dabe Qamîşlo lê bo herin aliyê Amûdê û Dirbêsiyê divê di Qamîşlo de derbas bibin. Wekî din rê tine ye.
Hîmo gelek nêzî Qamîşloye û li ser rêya Amûdê ye ku piştî PYD li Rojava bicîh bû, Hîmo ji xwe re kirin ciyê lêpirsînê û ciyê zîndanê. Yekîneya Amerîkî hatiye Hîmo û li wê derê bi berpirsên PYD ê re civîn çêkirine û axifîne. Lê Fetah di beyana xwe de radigihîne û dibêje ku dibe 40 leşkerên Amerîkayê li devera Qamîşloyê xwe bicîh bikin.