Kurdistan
Hêzên asayîsê bi 156 ciyan operasyon kir
PeyamaKurd- Wezareta karên hundir yê Tirkiyê ragihand ku bi sedema KCK ê hêzên asayîşê operasyon kirine ser deveran û 735 kesan binçav kirine. Ji wan 61 kes hatine şandin bo zîndanan û 226 kesan jî serbest berdane. Yên mayî di emniyetê de lêpirsîna wan dewam dike. Bi sedema 15 sibatê ku serokê PKKê Abdullah Öcalan hatibû girtin û wî anîbûn Tirkiyê, terefadrên rêxistinê xwestin xwepêşandanan bikin lê hêzên asayîşa dewletê operasyonan kir ser wan.
Di 156 operasyonan de 685 kes hatine binçavkirin û 50 kes jî di xwepêşandanan de hatine girtin ku rêjeya wan dike 735.
Operasyon li ku derê hatine kirin, navên wan deveran nehat dayîn. Ev rêjeya ku wezareta karên hundir daye rêjaya ji 15 ê sibatê heya îro ye.