TR KU SO
FB X
Kurdistan

Hêzên Çekdar ên Tirk Duhok bombebaran kirin: Bavek û kurê xwe birîndar bûn

Admin L
Nivîskar
📅 16 hezîran 2022 13:02

PeyamaKurd – Artêşa Tirkiyê nahiyeya Dêrkarê ya Zaxo ya Duhokê bombebaran kir û di encamê de, bavek û kurê xwe birîndar bûn.

Li gor zanyariyan, Nezîr Omer Yusuf ê 51 salî û kurê xwe Mihemed ê 24 salî li gundê Perexê baxçeyên xwe av didin û bombeyek li nêzikî wan ket. Bav û kur bi parçeyên bombeyê birîndar bûn.

Hat zanîn ku bombebaran ji aliyê Hêzên Çekdar ên Tirk ve hatiye kirin.

Parve bike: