TR KU SO
FB X
Kurdistan

Hêzên ewlehiyê 12 koçberên Afxanî û 2 qaçaxçî desteser kirin

Admin L
Nivîskar
📅 01 hezîran 2022 13:07

PeyamaKurd – Hêzên ewlehiyê yên Wanê li navçeya navendî ya Tûşbayê ser bi parêzgeha Wanê ve, 12 koçberên Afxanî û 2 qaçaxçî desteser kirin.

Li gor zanyariyan, li navçeya Tûşbayê polîsên Rêveberiya Ewlekariya Wanê, li ser agahiyan li Taxa Beyuzumiyê bi ser malekê de girtin û di encama operasyonê de di nav de zarok jî 12 koçberên Afxanî hatin desteserkirin. Koçber radestî Rêveberiya Şaxa Deriyên Sînorî û Qaçaxçitiyê ya Rêveberiya Ewlekariya Wanê kirin.

Herwiha welatiyên bi navê I.T. û S.S. bi hinceta qaçaxçîtiyê hatin desteserkirin.

Li navçeya Ebexê ya Wanê jî do sibehê, 15 koçber hatibûn desteserkirin.

Parve bike: