Kurdistan
Hêzên ewlekariyê yên Îranê êrîsî ser gundekî Bûkanê kirin: 16 kes revandin
PeyamaKurd – Hêzên ewlekariyê yên Îranê êrîşî ser gundekî Bûkanê kirin û di encamê de 16 şêniyên wî gundî revandin.
Li gor zanyariyan, xwepîşandanên seranserî yên gelê Rojhilat û Îranê li dijî rejîmê berdewam in û di vê çarçoveyê de jî do bi şev hêzên ewlekariyê yên rejîma Îranê êrîşî ser gundê Weştepe ya ser bi Bûkanê û dibistana gund kirin.
Hat ragihandin ku di encama êrîşê de herî kêm 16 şêniyên wî gundî ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatine revandin û heta niha çarenivîsa wan jî nediyar e.
Herwiha navenda mafên mirova ya Hengawê diyar kiriye ku di nava revandiyan de zarokên 12 salî jî hene.