TR KU SO
FB X
Kurdistan

Hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê 10 koçber desteser kirin

Admin L
Nivîskar
📅 22 sibat 2022 14:03

PeyamaKurd Hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê, li navçeya Rêya Armûşê ya girêdayî parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, 10 koçberên Efxanistanî di otelekê de girtin û 3 organîzator jî desteser kirin.

Rêveberiya Asayîşa Wanê bi daxuyaniyekê diyar kir, kar û barên eşkerekirina kesên bazirganiyê bi mirov û koçberan dikin û girtina koçberên neyasyî berdewam in.

Di vê çarçoveyê de şeva din di operasyoneke li ser otêlekê de, 10 koçberên Efxanistanî hatin girtin ku bi rêyên qeçax derbasî navçeyê bûne û herwiha 3 organîzator jî hatin desteserkirin.

Herwiha hat eşkerekirin, di pişkinînê de hêzên ewlekariyê dest danîne ser 5 paseportên sexte û 2 belgeyên sexte yên parastina navdewletî. Hatiye ragihandin ku koçber ji bo Rêveberiya Têkoşîna Dijî Bazirganiya Bi Koçberan û Deriyê Sînor hatine şandin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, li navçeya Tuşbayê ya Wanê 67 koçberên Efxanistanî, 2 Srilankî û 9 Pakistanî bi giştî 78 koçber ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatibûn girtin.

Parve bike: