TR KU SO
FB X
Kurdistan

Hêzên Îranê kolberek kustin û 7 jî birîndar kirin

Admin H
Nivîskar
📅 07 hezîran 2020 22:21

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku ji doh Şemiyê ve, 8 kolberên Kurd li Serdeşt a Rojhilatê Kurdistanê bûne qûrbaniyên êrîşên hêzên Îranê ku kolberekî jî can daye.

Rêxistina Mafê Mirovan Hengawê ragihandiye ku îro 7ê Hezîranê çekdarên Îranê li zozanên Kanî Dînaran a ser bi Serdeştê gule li karwaneke kolberan reşandiye û herî kêm 4 kolberên din birîndar bûne.

Hat diyarkirin ku di encama guleyên wan hêzên çekdar de 4 kolberên bi navên; Erselan Ebdulayî, Osman Salihî, Hawbîr Îbrahîmî û Îbrahîm Resûlî birîndar bûn.

Herwiha doh jî ji ber guleyên hêzên çekdarên Îranê li zozanên Serdeştê, kolberekî bi navê Omer Meslehetî hatibû kuştin û 3 kolberên din jî hatibûn birîndar kirin.

Navên du kolberên doh birîndar bûne; Umîd Koşyar û Rehman Şayqî ye.

Parve bike: