Kurdistan
Hêzên Iraqê kolberekî Kurd ê Rojhilatî bi guleyan birîndar kirin
PeyamaKurd – Hêzên parastina sînor ên Iraqê, li devera Biyare ya Herêma Kurdistanê, kolberekî Kurd ê Rojhilatî bi guleyan birîndar kirin.
Li gor malpera mafên mirova ya Hengaw diyar kiriye, pêr li devera Biyare ya Helebcê hêzên parastina sînor yên Iraqê komek kolberên Rojhilatî dan ber guleyan û di encama wê êrîşê de, kolberekî Kurd û xelkê gundê Hane Germele yê nahiya Newsûd ya Kirmaşanê bi navê Yasir Mihemedbeygî birîndar bû.
Herwiha li gor zanyariyan, ew kolberê ku birîndar bûye, birin nexweşxaneya bajarê Silêmaniyê.