TR KU SO
FB X
Kurdistan

Hêzên Îtalî ji nû ve dest bi perwerdekirina hêzên Pêsmerge dikin

Admin L
Nivîskar
📅 12 berfanbar 2022 18:01

PeyamaKurd Fermandarê hêzên Îtalî serdana Wezareta Pêşmerge kir.

Li gor zanyariyan, Fermandarê Giştî yê Hêzên Îtalî li Herêma Kurdistanê Jeneral Daniel serdana Wezareta Pêşmerge kir û bi rayedarên wezaretê re civiya.

Hat zanîn, di civînê de giftûgo li ser gef û metirsiyên DAIŞê hevdem nîqaş li ser hevkarî û piştîvaniyên hêzên Îtalî yên ji bo hêzên Pêşmerge kirin û Fermandarê hêzên Îtalî li Herêma Kurdistanê da zanîn, hêzên Îtalî ji nû ve dest bi perwerdekirina hêzên Pêşmerge dikin û piştîvaniyên Îtaliyayê yên ji bo hêzên Pêşmerge berdewam dibin.

Parve bike: