TR KU SO
FB X
Kurdistan

Hêzên Rojhilat agahdariyek bilez belav kir

Admin H
Nivîskar
📅 21 adar 2026 00:39

PeyamaKurd - Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê, bi daxuyaniyeke êrîşên moşekî û dronî yên rejîma Îranê li ser kampên penaberan û baregehên partiyên siyasî şermezar kir. Hevpeymaniyê daxwaz ji Neteweyên Yekbûyî, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Hikûmeta Iraqê kir ku li dijî vê "terorîzma dewletê" ya ku serweriya Herêma Kurdistanê binpê dike, helwesteke rasteqîn nîşan bidin.

Binpêkirina serweriya Iraqê û mafên mirovan e

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di nava 21 rojên borî de, Komara Îslamî ya Îranê bi awayekî sîstematîk serweriya siyasî û niştimanî ya Iraqê binpê kiriye. Hat destnîşankirin ku ev êrîş di demekê de ne ku partiyên siyasî yên Kurdistana Îranê tenê xebata siyasî dimeşînin û tu gefeke leşkerî ji bo herêmê nekirine. Hate diyarkirin, ev kiryarên destdirêjkarane jiyana bi sedan sivîlan, di nav de hejmareke zêde ya zarokan, rûbirûyî metirsiyeke mezin kiriye û bûye sedema awarebûna malbatên bêparastin.

Bangawazî li Civaka Navdewletî hate kirin

Hevpeymaniyê daxwaz kir ku bi bikaranîna hemû amrazên bandora siyasî, guvaşên li ser rejîma Îranê zêde bikin ji bo rawestandina bilez a van êrîşan. Herwiha hat xwestin ku ji bo parastina jiyana malbat û xelkê sivîl li hember êrîşên dronî, sîstemên berevaniya asmanî bo navçên niştecihbûna penaberan werin dabînkirin û tîmeke lêkolînê ya serbixwe ji bo tespîtkirina ziyanên gihîştine penaberan bişînin herêmê.

Parastkina penaberan berpirsyariya Hikûmeta Iraqê ye

Herwiha di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Hikûmeta Iraqê wek welatê mêvandar, li gorî yasayên navdewletî berpirsyarê rasterast ê parastina jiyana penaber û çalakvanên siyasî yên Kurd e.

Hevpeymaniyê bang kir ku divê Iraq ji daxuyaniyên rûtîn derkeve, bi biryardarî li hember binpêkirina serweriya xwe bisekinê û di astên bilind ên navdewletî de bikeve pey vê mijarê, ji ber ku bêdengî li hember van tawanan tê wateya çiraya kesk ji bo berdewamiya terorîzma dewletî.

Parve bike: