Hêzên Rojhilat: Sînorekî ji Tehranê re deynin
PeyamaKurd - Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê, êrîşên bi dron ên li ser Hewlêr û Duhokê, bi taybetî hedefgirtina mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi tundî mehkûm kir û ev wekî "pêşhateke bêîstîkrariyê" pênase kir.
Êrîş wekî beşek ji plana Îranê ye
Piştî êrîşên dronî yên ser Hewlêr û Duhokê ku yek ji dronan mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya li Duhokê kiribû armanca Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê daxuyanî da.
Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku ev êrîş gefeke mezin a ewlehiyê ye û got: "Ev êrîş beşek e ji plana têkdanê ya rejîma Komara Îslamiya Îranê û dijminên din ên Kurd li Iraqê, ku dixwazin aramî û îstîkrara Herêma Kurdistanê ji nav bibin."
Sînorekî ji Tehranê re deynin
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku rejîma Îranê di meha borî de Herêma Kurdistanê kiriye qada şerê xwe yê li gel Amerîka û Îsraîlê. Hat destnîşankirin ku ji ber van destdirêjiyan ziyanên canî û madî yên mezin gihîştine xelkê sivîl û hêzên Pêşmerge.
Hevpeymaniyê bang li hikûmeta federal a Iraqê û civaka navdewletî kir ku bi lez sînorekê ji bo van binpêkirinên Tehranê deynin û rê nedin ku Komara Îslamî bêtir gefê li ser serweriya Herêma Kurdistanê bixwe. Di dawiya daxuyaniyê de careke din piştevaniya temam ji bo parastina serweriya siyasî ya Herêma Kurdistanê hate dubarekirin.