Hêzên Rûsî li Til Temir, Amûdê û Eyn Îsa bicih dibin
PeyamaKurd - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) gava duyem ji rêkeftina xwe bi Hikûmeta Sûriyê re bicih dike û Rêveberiya Xweser radigihîne, heta niha ti diyalogên siyasî bi Şamê re çênebûne.
Şêwirmendê Rêveberiya Xweser Bedran Çiya ji rojnameva “aawsat” re ragihand, piştî ku hêzên Amerîkî ji bajarokên Til Temir, Amûde û Eyn Îsayê vekişiyan wê hêzên Rûsî li şûna hêzên Amerîkî li wan bajarokan bicih bibin, daku çavdêriya rêkeftina HSDê û artêşa Sûriyê bikin ku ev jî gava duyem a rêkeftina HSDê ya bi Hikûmeta Sûriyê re ye ku bi çavdêriya Rûsyayê hatiye kirine.
Bedran Çiya destnîşan kir, heta niha danûstandinên bi Hikûmeta Sûriyê re tenê di warê serbazî de ne û tevî sozên Rûsyayê jî hîn ti danûstandinên siyasî nehatine kirin.
Herwiha Bedran Çiya red kir ku HSD wê tevlî şerê Idlibê bibe û tekezî li yekîtiya xaka Sûriyê û mukirhatina li Rêveberiya Xweser û taybetmendiya HSDê di destûrê de kir.