TR KU SO
FB X
Kurdistan

'Hêzên Sengawî û birayê Lahor Talebanî nahêlin gaz biçe Hewlêr û Dihokê'

Admin H
Nivîskar
📅 02 sibat 2020 20:44

PeyamaKurd – Li gorî zanyariyên medya Kurdistanê li bîra Kormorî ya sînorê Germiyan a parêzgeha Silêmaniyê, hêzeke çekdar xwediyê şîrketa dabîn kirina gazê direvînin û rê bo veguhestina gaza pêwîst bo Hewlêrê nadin û ew çekdar jî ser Mehmûd Sengawî û birayekî Lahor Cengî ne.

Firaksiyona PDKê li parlementoya Kurdistanê jî li ser kirîza gazê li Hewlêr û Dihokê daxuyaniyek belav kir û got, hinek kesên “xwedan desthilat” li Silêmaniyê, bo xatirê berjewendiyên xwe yên şexsî li pêşiya hinartina gazê bo Hewlêr û Dihokê astengiyan derdixin û dixwazin bi vê yekê ji xelkê re pirsgirêkan çêbikin.

Firaksiyona PDKê daye zanîn, piştî ragihandina piroseya reformê ji aliyê hikûmeta Kurdistanê ve û pêwîstiya şefafbûnê di hemû sektoran de, mijara gazê jî di heman çarçoveyê de hat nirxandin û ew îhale ku berê bê qanûn û yasa ketibû destê şîrketekê, niha ketiye destê şîrketek din ku bi qanûnî kar dike û qorixkarî û gendeliyê nahêle. Ê wisa xuya dike komek mafiya vê yekê qebûl nakin û dixwazin mîna xwe bikin. Duhî jî di dema veguhestina gazê de bo Hewlêr û Duhokê, komek çekdarên nenas êrişî tankeran kirine û li xwedanê şîrketê dane û daxwaza pişka xwe jê kirine!

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku ew ji vê rewşê gelekî nîgeran bûne û bi tundî şermezar dikin û daxwaz dikin ev arîşe demildest were çareserkirin û gaza xelkê ji aliyê wan kesên mafiya ve neyê zeftkirin.

Herwiha îro qeymeqamê Hewlêrê Nebez Ebdulhemîd jî eşkere kiriye ku hejmarek çekdarên nenas xwediyê wê şîrketa ku li Çemçemalê ye hatine revandin ku karê dabînkirina gazê bo tijekirina pêwîstiya gaza malan li Hewlêrê dikirin.

Nebez Ebdulhemîd dibêje, ew çekdarên nenas êş û îşkence bi xwediyên şîrketê kirine û rê ji veguhestina beşa gaza pêwîst bo Hewlêrê nadin.

Endamê fraksiyona Gorran li Parlamentoya Kurdistanê Rizgar Mihemed ku ew bixwe jî xelkê Germiyanê ye ji BasNewsê re ragihandiye: ‘’Ew neft û gaza tê bo Hewlêrê, beşek ji wê li nefta Germiyanê tê derxistin, mixabin hin grub hene li wan navçeyan ser bi berpirsekî ne û rêgiriyê dikin li henarde kirinê.’’

Rizgar Mihemed eşkere kiriye ku ew grub ser bi Mehmûd Sengawî ne û got: “Şîrketên partiyê danûstandinê bi nefta Germiyanê dikin, nav partiyê de jî şîrketên hin ji berpirsan, ji ber wê dema peyman bo şîrketeke din derdikeve, ew qebûl nakin.”

Endamê Parlamentoya Kurdistanê got ku bi taybet li ser garaca rawestana otomobîlan jî şîrketên ser bi berpirsan pirsgirêkan çêdikin û rê nadidan xelkê din derveyî wan garacê werbigirin.

Rizgar Mihemed teqez kir, şîrketeke ser bi Mehmûd Sengawî peymana wî hebû, li gel wan ew peyman nehatiye nû kirin, ji ber wê niha pirsgirêk mezin bûye.

Herwiha li groî nûçeya BasNewsê ew hêza ku hevbeşe li gel Mehmûd Sengawî rêgiriyê dike, hêzeke ser bi Polad Cengî ye ku birayê Lahor Cengî ye û pişka wan jî di şîrketên Sengawî de heye.

Parve bike: