TR KU SO
FB X
Kurdistan

Hêzên ser bi artêsa Tirkiyê ve êrîsî Til Rifet kirin: Keçeke Efrînî hat kustin

Admin L
Nivîskar
📅 02 tebax 2022 15:29

PeyamaKurd – Hêzên ser bi artêşa Tirkiyê ve êrîşî ser bajarokê Til Rifet û gundên wê kir û di encamê de keçeke Efrînî hat kuştin.

Li gor zanyariyan, hêzên ser bi Tirkiyê ve do 1ê Tîrmehê bajarokê Til Rifet û gundên derdora wê dan ber topan û di encamê de keçek bi navê Fehîme Fewzî Reşo hat kuştin.

Herwiha hat zanîn, Fehîme Fewzî Reşo ji gundê Remedana ya navçeya Mabeta ya Efrînê ye û piştî dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û komên çekdar ve, ligel malbata xwe koçberî gundên derdora Til Rifetê bû.

Parve bike: