TR KU SO
FB X
Kurdistan

Hicrî li Swêdê axivî: Guherîn di rejîma îdeolojîk de nabe

Admin H
Nivîskar
📅 13 gulan 2026 19:31

PeyamaKurd - Sekreterê Giştî yê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) Mistefa Hicrî, li bajarê Stockholmê serdana Navenda Olof Palmê kir û bi berpirsên Sosyal Demokratên Swêdê re civiya.

Hicrî di hevdîtinê de bal kişand ser derbên giran ên ku di şerê dawî de li Komara Îslamî ya Îranê ketine û diyar kir ku rejîmê ji rêberê bilind heta fermandarên payebilind gelek windahî dane û bal kişand ser zextên giran ên li ser xelkê, qutkirina înternetê û giranbûna dermanan.

Hicrî daxwaz ji Navenda Olof Palmê kir ku alîkariya penaberên ku ji ber êrîşên moşekî û dronan koçber bûne bikin.

Alternatîfa piştî hilweşîna rejîmê

Derbarê çareseriya siyasî de Mistefa Hicrî destnîşan kir ku Komara Îslamî rejîmeke îdeolojîk e û guherîn tê de nayê hêvîkirin, lewma divê welatên rojavayî li ser hilweşandina rejîmê bifikirin.

Hicrî şibandinek di navbera rewşa niha û hilweşandina Sedam Husên de kir û got ku ji ber tundûtîjiya rejîmê, serhildana gel bi tenê têrê nake û "êrîşa derve pêdivî ye."

Sekreterê PDKÎ eşkere kir ku ew bi hevkariya Kongreya Neteweyên Îrana Federal û hêzên din ên opozîsyonê, mijûlî avakirina alternatîfekê ne ji bo rêveberiya piştî herifîna Komara Îslamî.

Parve bike: