TR KU SO
FB X
Kurdistan

Hikûmeta Herêma Kurdistanê tovên werzê çandina genim a îsal dide cotkaran

Admin L
Nivîskar
📅 03 cotmeh 2022 14:39

PeyamaKurd – Berpirsekî Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê diyar kir, Hikûmeta Herêma Kurdistanê wê tovên werzê çandina genim a îsal bide cotkaran.

Rêveberê Tov li Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê Rejîn Sadiqî diyar kiriye: “Niha paqijkirin û dermankirina 7 hezar ton genim tê kirin û piştî temamkirina wê hikûmet li ser cotkarên navçeyên cuda cuda tê dabeşkirin.”

Herwiha Rejîn Sadiqî destnîşan kir: “Genim ji dereceya yekem e ku wê berhemanîna cotkarên genim baştir bike, lewma wê firotina berhemê bileztir û bihatir be.”

Parve bike: