TR KU SO
FB X
Kurdistan

Hikûmeta Îranê di nav mehekê de herî kêm 115 welatiyên Kurd girt

Admin L
Nivîskar
📅 06 sibat 2021 19:01

PeyamaKurd – Hikûmeta Îranê, di nav mehekê de herî kêm 115 welatiyên Kurd bi behaneyên cur bi cur girt.

Li gor malpera mafên mirova ya Hengawê, meha Çileya îsal li bajar û deverên Rojhilatê Kurdistanê herî kêm 115 welatiyên Kurd bi behaneyên siyasî, mezhebî û çalakiyên sivîl hatine girtin.

Herwiha agahiyên ji Hengawê didin zanîn, 102 kes ji wan kesên ku hatine girtin, bi tohmetên çalakiyên siyasî û hebûna pêwendî bi partiyên Kurdistanî yên neyarên rêjîma Îranê hatine girtin. 9 kes bi tohmeta çalakiyên sivîl û 4 kes jî ji ber baweriyên xwe yên mezhebî hatine girtin.

Îranê herî zêde ji parêzgeha Ûrmiyê welatiyên Kurd girtiye, ew jî 72 kes bûne. Li Sine 27 kes û li Kirmaşanê jî 14 kes hatine girtin.

Di nav girtiyan de 9 kes jin in, 4 kes xwendekar in, 2 kes mamosta ne û 3 jî rojnamevan in.

Parve bike: