TR KU SO
FB X
Kurdistan

Hikûmeta Iraqê 2 milyar dînar bo Korona ji Herêma Kurdistanê re disîne

Admin L
Nivîskar
📅 28 tîrmeh 2020 14:20

PeyamaKurd - Li gor Wezîrê Tenduristiyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, bo xebatên li dijî vîrusa Korona, Hikûmeta Iraqê biryar daye du milyar dînarê Iraqê bişîne Herêma Kurdistanê.

Îro Wezîrê Tenduristiyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî ji çapemeniyê re ragihand: ‘’Hikûmeta Iraqê biryar daye du milyar dînarên Iraqê bo xebatên li dijî vîrusa Koronayê bişîne Herêma Kurdistanê.’’

Herwiha diyar kir, ‘’Milyarek ji wî pareyî gihiştiye Herêma Kurdistanê, biryar e di demek nêzîk de milyarek dînarê din jî bişînin.’’

Wezîrê Tenduristiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê destnîşan kir, ‘’Berê Hikûmeta Iraqê 3 milyar û nîv dînarê Iraqê bo xebatên li dijî vîrusa Korona şandibû ji Herêma Kurdistanê re.’’

 

Parve bike: